Dennis Ritchie

Dennis MacAlistair Ritchie (jdb. 9ê îlonê 1941 Bronxville, Nû York − m. 12ê çiriya pêşîn 2011 Berkeley Heights, Nû Jersey, DYA) zanistekî komputerêamerîkî bû. Jiyana wî ya xebatê di Bell Labs da derbas bû. Wî bi Brian Kernighan re zimanê c deranî[1]. Alîkariya wî ya din bo pêşveçûna teknolojiya komputerê jî Pergala xebitandinê ya UNIX e. 70 salî di mala xwe ya li Berkeley Heights, N.J. mir[2].

Dennis Ritchie
Dennis Ritchie
Navê rastî
Dennis MacAlistair Ritchie
Jidayikbûn9ê îlonê, 1941
Mirin12ê çiriya pêşîn a 2011an (71 salî)
NûJersey
Dê û bav
  • Alistair Ritchie (bav)
Malpercm.bell-labs.com/who/dmr
biguhêreBelge

Jînenîgarî

biguhêre

Dennis MacAlistair Ritchie di 9ê îlona 1941ê de li Bronxville, Nû York hatiye dinyayê. Piçûktî û xortaniya wî li Nû Jersey derbas bû. Çimkî bavê wî Alistair E. Ritchie li wê derê di Bell Labs de endazyar bû[3]. Navê diya wî Jean McGee Ritchie ye.

Ritchie di lîseya Summit de xwend[4]. Dûre li zanîngeha Harvardê dewamî xwendinê kir. Pêwendiya wî a komputerê li Harvardê destpêkir. Li wê derê di dersekê de komputera Univac I dît. Dema di Harvard de dixwend li MIT jî dest bi xebata li ser komputerê kir. Êdî ji matematîkê pirtir eleqedarî komputeran dibû.

Pirtûk

biguhêre
  • Berdestnameya Bernamesazên Unix (îng:Unix Programmer's Manual 1971)[5]
  • The C Programming Language (1978 bi Brian Kernighan re; bibîn K&R) [6]

Çavkanî

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre